KDC

Îtlaatê Pênc Kurd Desteser Kirine

Hêza Îtlaatê ya Komara Îslamî ya Îranê pênc hevwelatiyên Kurd bêyî ku tawanên wan aşkere bike girtiye.

Li gor raporteke Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, roja çarşemê Hêza Îtlaatê ya Pasdaran li Nexedeyê 5 hevwelatiyên Kurd ên bi navê Esed Ramîn, Xalid Ramîn, Ramînê kurê Esed û Serdar Ramînê kurê Xalid li gundê Qerne, Dawûd Rehîmî û Çeqel Mistefayan jî girtine.

Li gor çavkaniyekî, girtina van 5 welatiyên Kurd bêyî tu destûreke qanûnî û dadwerî, ji bo cihekî nediyar hatine birin û sedema girtina wan jî nehatiye aşkere kirin.

___

Salvegera nemir Qazî Mihemed

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanê û Qirgizistanê ber bi xebata hevbeş ve pengavê diavêjin

Karzan

Festîvala Şal û Şapik li Zaxoyê bû cihê kombûna hunermend û welatiyên her çar parçeyên Kurdistanê

Karzan