KDC

Talîbanê Xwepêşandan Qedexe Kirin

Wezareta Navxweyî ya kabîneya nû ya Afganistanê di biryara xwe ya yekem de xwepêşandanên bê destûr qedexe kir û got ku dê xwepêşandanên bê destûr rûbirûyê tawanên giran bibin.

Piştî xwepêşandanên welatiyên Afgan ên li dijî desthilatdariya Talîbanê û meşa jinên Afganistanê, Wezareta Karên Hundir a Kabîneya Nû ya Hikûmeta Demkî ya Afganîstanê biryara qedexekirina xwepêşandanên bê destûr da û diyar kir ku xwepêşandanên bê destûr wê wek sûcên giran bên dîtin.

Daxuyanî ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê Afganîstanê Siraceddîn Heqanî ve hat weşandin û hat ragihandin ku bêyî destûra wezaretê bikaranîna dirûşm û xwepêşandanên protestoyî qedexe ye.

___

Peyama Konfederasyonê bi boneya 9. Salvegera Komkujiya Şengalê

KDC

Desteya rêveberiya Konfederasyona Rewanda Kurdistanî û komîteya îdarî ya navendî ya Swîsreyê li hev civiyan 

KDC

Berî 96 salan Şêx Seîd Efendî û 46 hevalên wî li Diyarbekirê hatin şehîdkirin

KDC