KDC

Malikî: Sedrî Nikarin Dengekî Zêde Bidest Bixin

Serokê Îtîlafa Dewleta Qanûnê dibêje tu fraksiyon nikare bê hevpeymanî kabîneyeke nû pêk bîne.

Serokê Îtilafa Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî di kongreyeke rojnamevanî de ragihand ku tu fraksiyonek nikare bê hevpeymanîyê kabîneyeke nû piştî hilbijartinan pêk bîne.

Serokê Îtilafa Dewleta Qanûnê di bersiva serkirdeyekî alîyê Sedrî de ragihand ku dê îtilafa wî di hilbijartinan de dengên herî zêde bi dest ve bixe û Tevgera Sedrî jî nikarin dengekî zêde bi dest bixin.

Hêjayê gotinê ye ku berî niha Hakim Zamlî serkirdeyê bizava Sedr ragihandibû ku dê hevpeymanîya Malikî hejmareka kêm ji kursîyên parlamentê bi dest ve bixe.

___

Navenda Rewenda Kurdistanê li Awûstralyayê hat damezrandin 

KDC

Supas û Pêzanîn

nusar1

Navenda Revanda Kurdistanî li Danîmarkayê ji bo Goran Îbrahîm Xeyat birûska Sersaxî şand 

KDC