KDC

Tenduristiya Kolberekî Kurd Ne Baş E

Tenduristiya Kolberekî ji Riwanserê, ku hefteya borî li sînorê Newsûdê ji bilindiyekê kete xwarê, ne baş e.

Li gorî rêxistina mafên mirovan Hengawê, rewşa tenduristiya kolberekî ji gundê Şiwankar a Rewanserê Hisên Selekanî yê 51 salî ku berî 5 rojan li sînorê Nawsûdê ji bilindiyekê ket û bi giranî ji serê xwe birîndar bû, ne rind e.

Çavkaniyekî nêzikî malbata Selekanî ragihand ku roja piştî bûyerê Hisên Selekanî ber bi Nexweşxaneya Îmam Riza ya bajarê Kirmaşanê ve hatiye şandin û niha rewşa tendiristîya wî ne saxlem e.

Husên Selekanî roja sêşema 7 Rezber / September 2021an ji kendalekî kete xwarê.

Hêjayî gotinê ye ku ji ber dorpêça Îranê rewşa aborî ya welatiyan û bi taybet jî Kurdan xirab e û neçar dimînin ku ji bo debara mal û zarokên xwe karê kolberiyê bikin lê li deverên sînorî yên dijwar gelek caran teqeyan li wan dikin, carinan têne kuştin an jî birîndar dibin.

___

Serokwezîrê Swêdê: Faşîstên rastgir û Misilmanan nefret belav kirine

KDC

Navenda Revenda Kurdistanî li Belçîka, çalakiyek çandî li dar xist

KDC

Civîna Navenda Rewenda Kurdistanî li Austria û Komeleya Dostaniya Kurdan û Hollandayê li baregeha KDC li Viênayê..

KDC