KDC

Azman, hunermendekî ciwan li derveyî welat

Azman weke ciwanekî Kurd li derve karîbû di gelek qadan de xuya bike û bi berhemên xwe yên hunerî xizmeta netew û zimanê Kurdî bike.
Ev hunermendê ciwan ji malbateke hunerî û rewşenbîr e, tevî kesayetiya dê û bavê xwe yê hunerî, di heman demê de ew neviyê helbestvanê mezin ê Kurd Hesîb Qeredaxî ye. Di vê serdema nû de Azman nivîsên bapîrê xwe bi teknîkeke nû û nûjen mîna klîpê weşand.

Navê rast ê vî xortî Şaro ye û kurê hunermend Nîgar Qeredaxî û Şemal Omer e.
Azman niha sê stranên nû amade dike, bi kurdî û elmanî, ya Hesîb Qeredaxî û helbesta Aza Hesîb Qeredaxî.
Ev helbesta nû ya bapîrê xwe (şev, girî û mirin) kiriye stran, ev helbest ji bo milyonan Kurd e.

___

Qehreman Osman li Rûsyayê projeyên Baregeha Barzanî ji bo xizmeta Kurdên diyasporayê xiste rû

Karzan

Destgirtiya Kaşikçi Ji Serokê Amerîkayê Dixwaze Li Ser Soza Xwe Bisekine

KDC

Wezîrekî Afganî Li Almanyayê Karê Deliveryê Dike

KDC