KDC

Li Silêmaniyê Kurdekî Ji Bakurê Kurdistanê Hatiye Birîndarkirin

Li bajarê Silêmaniyê yekî, gule li hevwelatiyekî Kurd ê Bakûrê Kurdistanê ku karmendê kompanyayeke otobusan e hatiye barandin û ew birîndar kiriye lê li gorî zanyariyan tenduristiya baş e.

Îro serê sibehê Ferhad Bariş Kondu yê penaberê ji Bakûrê Kurdistanê yê li bajarê Silêmanîyê ku karmendê kompanyaya Can Diyarbekirê ye, di nav nivîsgeha kompanya ya li Cadeya Şekirek a bajarê Silêmaniyê rastî êrişekê hatiye û birîndar bûye.

Ferhad Bariş Kondu (33) li navçeya Siwêreg a bi ser bajarê Ruha ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye, 4 sal in li Herêma Kurdistanê penaber e û li Silêmaniyê dijî.

Piştî bûyerê, polîs çûn cihê bûyerê û qeydên kamerayên li derdorê bi xwe re birin.

___

Almanya: Cenazeyê nivîskarekî Kurd bi merasîmeke hêja hat veşartin

Harmn

Macron: Fransa Dê Alîkariya Xwe Ya Ji Bo Iraqê Bidomîne

KDC

Brîtaniya: Navenda Rewanda Kurdistanê û rêxistinek dê dibistaneke Kurdî ava bikin 

KDC