KDC

Johnson pêşwazî li Nêçîrvan Barzanî kir

Îro în Boris Johnson Serok Wezîrê Brîtanya pêşwaziya Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Londonê kir û di hevdîtinê de hejmareke mijarên li dor peywendî yên Berîtaniya û Kurdistanê hatin guftûgo kirin.

Di civînê de Serok Wezîrê Berîtanya xweşhaliya xwe bi pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê derbirî û spasî serdana xwe ya Londonê kir, her wiha dûpat kir ku Berîtanya bi girîngiyê ve li peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistan û Iraqê dinêre û ew peywendiyên sîh sal berê bi damezrandina navçeya nefirîna li navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya da dirust bûn, dimînin û dakokiyê li berdewamiya pêgiriya Brîtanya bi piştgîrî û bihêzkirina peywendiyan kir.

Li gorî ragehandina serokatiya herêma Kurdistanê, Johnson tekez li wê yekê kir ku peywendî dîrokî ne û divê bêne bihêztir kirin bi taybetî li warê aboriyê da, ji bo eve jî derfeteke baş heye û xwazyarin danustandin û serdana şandên her du aliyan zêdetir bikîn. Her wiha xwesta xwe ya ji bo serdanîkirina Hewlêrê nîşan da û got: Bîranînên minên xweş yê wê serdana min heye. û spasî Serok Nêçîrvan Barzanî kir ji bo wê rola li çareserkirina kêşeyan li Iraq û bi navê aramiyê da dibîne.

Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî serdana Londonê û civîna li gel Boris Jhonson bi dilniyaker û girîng ya ji bo pêşxistina peywendiyan da zanîn bi taybetî piştî wan pêşhatên li navçeyê da hatine holê, her wiha spasî Serok Wezîr û Hikûmeta Brîtanya û Hevpeymanan kir ji bo piştgîriya siyasî û serbazî û miroviya li Iraq û Herêma Kurdistanê û xwesta pêşxistina bi hemû warên alîkariya li gel Brîtanya dûpat kir, bi taybetî jî li warê aborî û veberhênanê da ku derfeteke baş heye.
Di derbarê peywendiyên Hewlêr – Bexda û kêşeyên helawestiyên navbera wan jî Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser berdewamiya guftûgo û hebûna keşûhewayeke erênî ya li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê kir û tekez li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê xwazyar û amadeye hemû kêşeyan li ser bingeha destûrê çareser bike.

Tê zanîn di herdû rojên derbasbûyî de, serokê herêma Kurdistanê û şanda pêşre hejmarek hevîdtin bi berpirsiyar û diplomatkartên wî welatî encam dabûn, û li gorî çavdêran, ev yek jî nîşana bihêzbûna peywendî yên herdû aliyane.

___

Nûnertiya HAK-PARê Li Herêma Kurdistanê Pîrozbahî Li Konfederasyona Revenda Kurdistanî Kir

KDC

Konfederasyona Rewanda Kurdistanî peyamek pîrozbayî şand bo Serokê PDK’ê

KDC

Welatên Zilhêz, Hikûmeta Talîbanê Qebûl Nakine

KDC
KDC

FREE
VIEW