KDC

Nêçîrvan Barzanî û Bin Zayid li Londonê civiyan

Di heyama sardana xwe de jibo Londona paytexeta Berîtaniyayê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Şêx Mihemed Bin Zayid Cîhnişînê Îmarata Erebî, li cihê mayina wî hate pêşwazî kirin.

Di hevdîtinê de, peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Îmaratê, û rewşa siyasî û hilbijartin û pêşbîniyên ji bo paşeroja Iraqê, serdana her du aliyan ya ji bo Londonê û civîn û guftûgoya wan ya li gel birêz Boris Jhonson Serok Wezîrê Brîtanya, pêşhatên dawî û pêşketinên navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeşbûn hatin guftûgo kirin.

Wekî din her du alî tekez li ser bihêzkirina dostayetî û peywendiyên li hemû waran da kir û li ser girîngiya pêşxistina bi hewlan û alîkarî û karên hevbeş yên bi navê parastina aramiyê û çareserkirina kêşe û aloziyên navçeyê da hevra bûn û li vî derbarî de danustandina bîr û ramanan kirin.

Tê zanîn heyama çend rojan bû serokê Herêma Kurdistanê bi serdaneke fermi li Berîtanya bû û çendîn civîn ligel serok wezîr û diplomatkarên wî welatî pêkanîn, û di roja dawî ya serdanê de ligel Bin Zayid civiya.

___

Navenda Rewenda Kurdistanî-Norwij beşdarî semînerek li ser Rojhilatê Kurdistanê bû 

KDC

Peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi boneya CejnaHêkesorê

KDC

Almanya Di Daxwaza Mafê Penaberiyê De Yekemîn E

KDC