KDC

Buhayê Gazê, Goşt Li Brîtanyayê Kêm Kiriye

Li Brîtanyayê ji ber bilindbûna buhayê gazê, goşt kêm dibiye û welatî ji ber kêmbûna goşt bi fikar in.

Hilberînerên xwarinê yên li Brîtanyayê di nava du hefteyan de ji ber tunebûna goşt hişyarî dan û peyamek ji Wezîrê Aboriyê yê Brîtanyayê Kwasî Kwarting re şandin.

Li gorî hilberîneran, bilindbûna buhayê gazê bandoreke mezin li hilberîna xwarinê kiriye, gihîştiye xalekê û wê bibe sedem ku bi temamî goşt li wî welatî nemîne.

Şîrketa Okado ku yek ji hilberînerên goşt e, da xuyakirin ku şîvên şeva sersalê wê bê goşt bin, ev ji ber rewşa nebaş a hilberîna goşt e li Brîtanyayê.

Li gorî rapora Mirror, ew ji ber kêmbûna gazê nikarin goştê cemidî bidine xelkê û beşek ji kargehên Brîtanyayê ji ber bilindbûna buhayê gazê hatine girtin.

___

Dadgeha Mafên Mirovan A Ewropayê: Tirkiye Welatê Herî Sûcdar E

KDC

Sûriye Gefan Li Tirkiyeyê Dixwe

KDC

PÎROZNAME BO DU HILBIJÊRÊN KURD LI PARLAMENA EYALETA NRW 

KDC
KDC

FREE
VIEW