KDC

Xelîfe Hafter Wê Beşdariya Hilbijartinên Serokatiya Lîbyayê Bike

Serokê hêzên rojhilatê Lîbyayê ji bo beşdarîkirina hilbijartinên serokayetiya Lîbyayê wê ji bo sê mehan desthilatên xwe radest bike.

Xelîfe Hafter serkirdeyê Hêzên Rojhilatê Lîbyayê, li şûna xwe serkirdeyê Hêzên Çekdar Ebdulrezaq Nezûrî wek fermandeyê giştî destnîşan kir da ku bikaribe beşdarî hilbijartinên serokatîya Lîbyayê bike.

Destnîşankirina wî serbazî ji bo cihê Xelîfe Haftar wê ji bo sê mehan be û ji roja 23ê Îlonê dest pê dike, heger neyê hilbijartin, mafê wî heye ku vegere ser karê xwe.

___

Tenduristiya Kolberekî Kurd Ne Baş E

KDC

NEWROZ Û SERHILDANA DIROKÎ YA KURDAN LI BAJARÊ KOLNÊ.

Harmn

Navenda Brûkselê Xelata Rêzgirtinê Da Jineka Kurdperwer

Harmn