KDC

Leşkerê Almaniya piştgêriya xwe jibo pêşmerge dupat dike

Li Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê, şandeke bilinda leşkeriya Almanî piştgêriya welatê xwe jibo hêzên pêşmerge û dupat kir, û diyar kir ku ev piştgêrî dê di warên cida de û li gorî karîn û pêwîstiyan her berdewam bimîne.

Li gorî daxuyaniyeke wezareta pêşmerge ya Herêma Kurdistanê; di hevdîtina kolonel Mayer yê ji Wezareta Berevanî ya Almanyayê û Kolonel Kay, Berpirsê Projeyên Almanya yê li Herêma Kurdistanê ligel Cemal Mihemed, Serokerkanê Wezareta Pêşmerge de tekezî li ser berdewamiya hemahengî û alîkariyên hikûmeta Almanyayê ji bo Wezareta Pêşmerge hat kirin.
Wezareta Pêşmerge ragihand; di hevdîtinê de şanda Almanî berdewamiya hemahengî û alîkariyên hikûmeta Almanyayê ji bo Wezareta Pêşmerge car din anî ziman.
Şanda Almanî destnîşan kiriye ku berdewam dibin di karkirina ligel hêzên Pêşmerge de di warê şêwirmendiyê de li Herêma Kurdistanê.
Tê zanîn ji destpêka êrîşên terorîstên DAIŞê li dijî Kurdistanê û deverê, welatê Almaniya yek ji welatên ku bi awakî berçav û berdewam piştevaniya leşkerî pêşkeşî hêzên Kurdî kiriye.

___

Pirtûka Nivîskarê Kurd Davan Yehya Xelîl Wek Pirtûka Herî Baş Hate Hilbijartin

KDC

Almanya: Navenda Revenda Kurdistanî li Munîhê Hat Avakirin

nusar1

Di Dîroka Swêdê De Yekem Car Jinek Bû Serokwezîr

KDC
KDC

FREE
VIEW