KDC

Navenda Revenda Kurd Li Rûsyayê Kursa Zimanê Kurdî Vedikiye

Navenda Revenda Kurd li Rûsyayê ji bo zarokên Kurd, kurseke ji bo fêrbûn û nivîsandina zimanê dayikê vedike û piştî qedandinê dê bawernameyê jî bidin xwendevanan.

Navenda Revenda Kurd li Rûsyayê bi rêya Mamoste Ezîz Şamil kursa fêrbûn û nivîsandina zimanê dayikê ji bo zarokên Kurd ên li wî welatî vedikiye û piştî qedandinê dê xwendevan bawernameyê jî werbigirin.

Hêjayî gotinê ye ku ev mamosteyê Kurd ev 6 meh in odeyeke mala xwe kiriye pola zimanê Kurdî û ji bilî hînkirina Kurdî, zanyariyên li ser dîrok û erdnîgariya Kurdistanê jî dide xwendevanan.

___

Navenda Revenda Kurd Bi Çalakvanê Sivîl Dergam Fermano Re Civiya

KDC

Roja Ala li navenda Londonê hat pîrozkirin

Harmn

Serok Barzanî pêşwaziyê li Berpirsê Nivîsîngeha Peywendiyên Yekîtiya Ewropayê kir

Karzan