KDC

Tahir Hewramî: Revenda Kurd Wek Pêşmerge Li Welatên Biyanî Parastina Mafên Kurdan Kiriye

Serokê Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt, bi minasebeta çaremîn salvegera referandûma Serxwebûna Herêma Kurdistanê dibêje, sedema referandûmê, vekêşana desthilatdarên Iraqê, pêkneanîna destûrê û birîna mûçeyên hemwelatiyan bû. Di heman demê de bi giringî behsa rola revenda Kurd ên li welatên biyanî kir ku bi rêya xwepêşandanan yan jî bi her cureyeke din ya nûjen berevaniya mafên Kurdan kirine.

Serokê Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt Tahir Hewramî di hevpeyvîneke taybet ya bi Kurdistan24ê de got ku sedema referandomê vekêşana rayedarên Iraqî ji pêkanîna destûrê bû, heta sala 2014an jî wan mafên xelkê birî, ji ber vê yekê êdî tu rê li pêş serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê nema û referandûm hate kirin. Heta ku referandûm di 25ê Îlona 2017an de hate kirin û ji sedî 93yê Kurdan dengê erê ji bo serxwebûnê dan.

Di heman demê de teqezî li ser wê yekê kir ku referandûmê doza Kurdî di asta navneteweyî de nasandiye û kiriye mijareke navdewletî û got ku revenda Kurd her dem xwedî helwest e ji bo dabînkirina mafên gelê Kurd, çi bi xwepêşandanab be û çi jî bi şêweyekî din yê nûjen be.

___

Rêxistinên Kurdan Yên Li Fînlandiyayê Wê Li Turkoyê Newrozê Pîroz Bikin 

KDC

Li Dusseldorf: Civînek bo bi bîranîna ŞengalêBi amadebûna Şîfa Barzanî Navenda Düsseldorfê ji bo bîranîna salvegera Şengalê çalakiyek mezin li dar xist.

KDC

Neteweyên Yekbûyî; Divê Rûsya Tavilê Şer Rawestîne 

KDC