KDC

Navenda Revenda Kurd Pîrozbahî Li Kurdên Ku Bûne Parlementerên Almanyayê Kir

Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt, bi peyamekê pîrozbahî li wan kesên ku di vê hilbijartinê de bûne parlamenter dike.

Peyama Pîrozbahiyê:

Em li ser navê xwe û hemû gelê Kurdistanê, pîrozbahiyê li Firat Alî Koçak, Jiyan Omer û Taylan Kurt, Sevîm Aydin, Gokay Akbulut, Canan Bayram û Qasim Tahir Salih ku di hilbijartina parlamentoya Almanyayê de karibûn biser bikevin û bibin endamên parlementoyê, dikin.

Em wek Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt, ji encama ku we bi dest xistiye kêfxweş in û hêviya serkeftinê ji we re dixwazin ku we karibû tevlî pêvajoyên siyasî yên Almanyayê bibin û em hêvî dikin ku çi ji destê we bê hûn ji bo gel û welatê Almanyayê, di heman demê de ji bo gelê Kurdistanê jî bikin.

Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt

___

Navenda Rewanda Kurdistanî-Viyanayê û Rêxistina Partiya Demokrat a Kurdistanê li Awûstûryayê li hev civiyan 

KDC

Welatiyekî Kurd Wê Bê Darvekirin

KDC

Federasyona Ciwanên Revenda Kurdistanî li Almanyayê Parlamentoya Ewropayê ji bo rewşa Rojavayê Kurdistanê dixe tevgerê

Karzan