KDC

Wezareta Pêşmerge: Divê Kêşeyên Dengdanê Werin Çareserkirin

Rêveberê ragehandin û hişmendiya Wezareta Pêşmerge dibêje çend kêşe li ser dengdana pêşmergeyan hene û divê di demeke kurt de werin çareserkirin da ku kes ji dengdanê bêpar nemîne.

Pêşmerge Osman Mihemed wiha got: “Ji destpêka pêvajoya dengdanê pirsgirêk hebûn û di destpêkê de hin cîhaz nedixebitîn. Niha pirsgirêk zêde dibin û pirsgirêkên înternet û elektrîkê jî derketin û li hin qereqolan pirsgirêkên pencemorê heye.”

Rêvebirê ragihandina Wezareta Pêşmerge aşkere kir ku kêşeyan proses sist kiriye û zext li ser baregehan kiriye eger heta êvarê neyê çareserkirin gelek kes wê ji dengdanê bêpar bimînin.

___

Almanya – Idrîs Omer li ser pirtûka xwe ya dawî (Kurd û Teroristan) dersan dide 

KDC

Dê 5 Sal Cezayê Girtîgehê Li Welatiyekî Kurd Bê Birîn

KDC

Peymana Veşartî Ya Amerîka û Talîbanê Aşkere Bûye

KDC