KDC

Hêzên Îranê Teqe Li Kurdekî Kirine

Hêzên Asayişa Komara Îslamiya Îranê teqe li hevwelatiyekî Pîranşarî kirine û paşê jî ew desteser kirine.

Êvara roja çarşem a 6 Cotmeh 2021an Hêzên Rêveberiya Îtlaat a Pîranşarê teqe li hevwelatiyekî Pîranşarî ê bi navê Hîwa Mûsazade kirine û birîndar kirine.

Li gor çavkaniyekî, Hîwa Mûsazade yê ji gundê Xeraba yê nêzikî sînor ji aliyê Hêzên Îtlaatê ve hatiye gulebarankirin û pişt re hatiye girtin.

Di berdewamê de diyar kir ku Hêzên Îtlaatê bêyî ku hişyar bikin, teqe li lingê hevwelatiyê sivîl kirine û di dema desteserkirinê de jî lê xistine.

Hêjayî gotinê ye ku heta amadekirina vê nûçeyê sedema girtina Hîwa Mûsazade û cihê girtina wî ne diyar e.

___

Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi Boneya Bombebarankirina Helebçeyê Peyamek belav Kir

Harmn

Navenda Revenda Kurd Bi Minasebeta Sersala Koçî Peyamek Belav Kir

KDC

Li Rûsyayê Cûreyeke Nû Ya Coronayê Derketiye Holê

KDC