KDC

Ciwanekî Kurd Hatiye Darvekirin

Ciwanekî Kurd Hatiye Darvekirin

Cezayê darvekirina Kurdekî Kirmaşanî yê 19 salî li girtîgeha Dêzlawa ya Kirmaşanê hatiye birîn.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, welatiyê Kurd yê bi navê Mihemed Letîfî yê 23 salî sibeha sêşema 12ê Cotmeha 2021an li girtîgeha Dêzlawa ya bajêr hatiye darvekirin.

Li gor çavkaniyekî, Mihemed Letîfî berî çar salan di 19 saliya xwe de mêrek kuştiye û piştî ku ji aliyê dadweriya Îranê ve hatiye girtin bi cezayê darvekirinê hatiye mehkûmkirin.

Hêjayî gotinê ye ku darvekirina wî heta niha ji aliyê medyaya herêmî yan jî saziyên fermî yên Îranê ve nehatiye weşandin.

___

EU finance chief blasts Donald Trump over ‘inappropriate’ trade sanctions

kurdish dc

Bombeyek Bi Karwana Hêzên Hevpeymanan Ve Teqiyaye

KDC

36 sal bi ser bordûmana kampa Zêwe de derbasbûn

KDC
KDC

FREE
VIEW