KDC

Îran Li Rojava Hewl Didiye Zêdetir Herêman Bidest Bixe

Encûmena Sûriyeya Demokratîk dibêje ku destwerdana Îranê di Sûriyê de bandoreke neyînî li bûyerên li welat dikiye. Li gorî rayedarekî payebilind ê Rojavayê Kurdistanê, Tehran di destwerdanên xwe de dixwaze cihêkariyê bike û hêzên milîsan ava bike.

Li gorî çapemeniya Northê, endamê meclisa serokatiya MSDyê Xelîl Ebdî wiha gotiye: “Ji destpêka destwerdana xwe di Sûriyê de, Îranê siyaseteke teşwîqkirina mezhebî û avakirina milîsên çekdar li gorî berjewendiya xwe ava kiriye û dixwaze zêdetir herêman li Sûriyeyê kontrol bike û li ser Şîîzm li Sûriyeyê xebitiye. “

Li gorî Ebdî, Tehranê ji bo parastina deshilatdariya Beşar Esad her çend li dijî gelê Sûriyeyê be jî, hemû hewldan kirine.

Her wiha got: “Destwerdana hêzên herêmî yên wek Îran û Tirkiyeyê ji bo parastina berjewendiyên xwe bû û her du dewletan tu carî li ser avakirina aramiyê û beşdarbûna peydakirina çareseriyeke siyasî ji bo aloziya li Sûriyeyê nefikirîne.”

___

Supas û Pêzanîn

Harmn

Daxuyaniya Konfederasyona Revenda Kurdistanî li Ser Xwepêşandana Dijî Tawanên Rejîma Îranê

Harmn

Macron: Divê Rewşa Şingalê Were Normalkirin

KDC