KDC

Li Ser Koçberan, Iraqê Daxwaznameyek Ji Heyva Sor a Polonyayê Re Şandiye

Wezareta Karên Derve ya Iraqê bang li Heyva Sor a Polonyayê kir ku alîkariya vegerandina koçberên ji sînorê Polonya û Belarûsê ku di rewşeke nebaş de ne, bike.

Wezareta Derve ya Iraqê di daxûyaniya balyozxaneya Iraqê ya Polonyayê de daxwaz ji Heyva Sor a wir kir ku hêsankarî ji şandeya Iraqê re bike da ku pasaportên demkî bidin koçberên ku dixwazin vegerin Iraqê ku ji ber hejarî, serma û kêmasiya cihên razanê li ser sînorên Belarûsê di rewşeke zehmet de dijîn.

Hikûmeta Polonyayê di berteka xwe ya dawî ya li hemberî astengkirina derbasbûna koçberan de daxwazek pêşkêşî parlamentoya wî welatî kir û parlamentoya Polonyayê ev pêşnûme qanûn pejirand. Li gorî qanûna nû hikûmeta wî welatî dê karibe rê li pêşiya koçberan bigire û bi darê zorê koçberan vegerîne, di heman demê de dîwar li ser sînorê Belarûsê re ava bike.

___

Navenda Revenda Kurd Webinarek Li Ser Tundrewiyê Lidarxist

KDC

Tahir Hewramî: Revenda Kurd Wek Pêşmerge Li Welatên Biyanî Parastina Mafên Kurdan Kiriye

KDC

Li Almanyayê Çar Koçber Di Kamyonekê De Hatine Girtin

KDC
KDC

FREE
VIEW