KDC

Belavbûna Bilez A Coronayê Li Ewropayê Tenduristiya Cîhanê Xembar Kiriye

Rêxistina Tenduristiya Cîhanê roja Pêncşemê ragihand ku rêjeya belavbûna Coronayê ya li Ewropayê xembar kiriye ku belkî heta meha Sibatê bibe sedema mirina nîv milyon kesan.

Rêveberê Herêma Ewropa yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanî Hans Klucî di kongreyeke rojnamevanî de ragihand ku rêjeya belavbûna Coronayê li pêncî û sê welatên Ewropa gelekî xembar e.

Di vê çarçoveyê de, çavkaniyên berhevkirî nîşan dan ku hejmara nexweşên Coronayê li seranserê cîhanê 248 mîlyon kesan derbas kiriye, ji vê sibehê (Pêncşemê), hejmara vaksînên hatine dayîn 7.13 mîlyar derbas kir.

Daneyên herî dawî yên li ser malpera Zanîngeha Johns Hopkins di Green TVyê de nîşan da ku bi giştî hejmara nexweşan gihîştiye 248 mîlyon û 80 hezar kesan û hejmara miriyan jî 5 mîlyon û 21 hezar kesan derbas kiriye.

___

Nivîsîngeha Ragihandina Konfederasyona Revenda Kurdistanê Sersaxiyê ji Malbata Farûk Refîq re Dixwaze

Harmn

Mêrekî Hevjîna Xwe Kuştiye

KDC

Konfederesyona Rewanda Kurdistanî li gel Sekreterê grûpa APPG ya parlementoya Berîtanyayê civiya

KDC