KDC

Yekî Bi Çek Polîsekî Fransayê Birîndar Kiriye

Wezîrê Navxwe yê Fransî Gerald Dharmanan roja Duşemê got ku di êrîşekê de polîseke bajarê Kan birîndar bûye.

Darmanan li ser Twîtterê diyar kir ku li bajarê Kan ê başûrê Fransayê bi çek êrîşek hatiye kirin û di encamê de polîsek hatiye birîndarkirin.

Ajansa Reutersê diyar kir ku nasnameya êrîşkar hîn jî nayê zanîn.

Wezîrê Navxwe da xuyakirin ku bêyî detayên berfirehtir bide, ew îro wê biçe cihê êrîşê.

___

Di demeke nêz de wê li sînorê Ventîmîlya yê Îtalya û Fransayê navendeke koçberan bê vekirin   

KDC

Tendirustiya Cîhanê: Li Ewropayê Karesat Rû Didiye

KDC

Civîna konfederasiyona jin û ciwanên Kurdistanê hate lidarxistin 

KDC