KDC

Yekitiya Ewropayê: Em Ê Penaberên Li Belarûsê Dersînor Bikin

Yekîtiya Ewropayê penaberan bi dersînorkirina ji ser sînorê Belarûs û Polonyayê tehdît dike.

Orsola Vonderline, Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê dibêje, divê Belarûs dev ji bikaranîna mirovan berde û jiyana wan nexe xeterê û penaberan ji bo armancên sîyasî bikar bîne ji ber ku ew hewldaneke bê encam e.

Wê lê zêde kir ku em hewl didin ku rê li ber karesata mirovahiyê bigirin û em dê kompanyaya firokeyên ku penaberan vediguhêze Belarûsê ceza bikin. Em ligel welatan, bi rêya Neteweyên Yekbûyî kar dikin da ku bi selametî wan vegerînin welatên wan.

___

Navenda Revenda Kurdistanî Beşdarî Newroza Li Parlamentoya Brîtanyayê Bû 

KDC

Navenda Revenda Kurdistanî Li Nurnbergê Newroz Pîroz Kir 

KDC

Navenda Revenda Kurdistanê wê li parlementoya Brîtanyayê beşdarî semînarekê bibe 

KDC