KDC

Berpirsekî Bilind: Rewşa Swêdê Metirsîdar E

Serokê daîreya operasyonên neteweyî ya polîsên Swêdê Johan Olson, teqekirinên li Swêdê bi rengekî dîrokî û xetere pênase kiriye.

Di hevpeyvîneke ligel Radioya Ekot Johan Olson got, divê hejmara polîsan bê zêdekirin, ji ber ku hejmara êrîşên li Swêdê yên sala borî gihîştiye asteke bilind.

Polîsan diyar kirin ku li gel tundrewiya çeteyan, dizî jî gihîştiye asteke bilind.

Wî dîyar kir ku gelek caran zehmet e ku mirov sûcan bişopîne, ji ber ku sûcdar şopên kiryarên xwe nahêlin, yên şahid jî ditirsin ku bi dadgehan ra biaxivin.

___

Serok Barzanî spasiya hevsoziya Hewlêr, Herîr û Soranê ya li hember Barzaniyan kir

Xelan

Bokserekî Kurd 3700 km ber bi welat ve baz dide

Karzan

Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê, rêzdar Ako Mihemed

Harmn