KDC

Swêd: Divê Em Nasnameyê Nedin Her Kesî

Partiya Lîberal pêşniyar kiriye ku Swêd hemwelatîbûnê nede kesên tevlî karên sîxuriyê bûne, ya jî karên terorîstî kirine.

Berdevkê Polîtîkaya Hiqûqî ya Partiyê Johan Pearson ji radyoya Swêdê re axivî û got, “Em di wê baweriyê de ne ku divê destûr ji kesên baş tevdigerin re bê dayîn ji bo ku li Swêdê bimînin, lê divê destûr ji kesên tevlî karên terorîstî an jî sîxuriyê bûne neyê dayîn ku li Swêdê bijîn.”

Demokratên Xirîstiyan, kevneperest û Demokratên Swêdê berî niha xwestibûn di hin şert û mercan de hemwelatîbûna Swêdê bê betalkirin.

Wî got “ev qanûna ku em niha pêşniyar dikin, ku li welatên cîran ên Nordic û li piraniya welatên nav Yekitiya Ewropayê heye û em difikirin ku ev guncav e.”

___

Pêvajoya Nû Ya Erebkirina Kurdistanê Hate Nîqaşkirin

KDC

Cîgirê Serokê Federasyona Revenda Kurdistanî Kanadayê bi Serokwezîr re hevdîtin kir

Harmn

Navenda Rewanda Kurdistanî û sê rêxistinên din xwepêşandan kirin û peyamek hevbeş weşandin 

KDC