KDC

Tirkiyeyê Stranbêj Omer Silêman Desteser Kiriye

Çavkaniyekî asayişa herêmî ragihand ku desthilatdaran Turkiyeyê Omer Silêman desteser kirine ku ew stranbêjekî Sûrî ye li cîhanê bi navûdeng e. Tawana wî têkilî bi çekdaran Kurd re daniye.

Her wiha çavkaniyê diyar kir ku biryara girtinê li ser Omer El-Masîx ê ku navê wî yê rastîn e, hatiye dayîn û piştî ku agahî li ser cihê wî wergirtine ji aliyê hêzên cendirmeyên Tirk ve li maleke li bajarê Ruhayê hatiye girtin.

Wî jêderî weha jî da zanîn ku ew ji bo pişkinînên nûjdarî (tibbî) ber bi nexweşxaneyê ve hatiye veguhestin û tê çaverêkirin ku wî ji bo pirsê bibin bingeha polîsên cendirmeyan.

Omer Silêman bi endamtiya Yekîneyên Parastina Gelê Kurd ên Sûriyeyê (YPG) tê tawanbarkirin.

Omer Silêman berî niha li welatên wek Turkiye, Amerîka, Japan û çend welatên Ewropayî bi zimanê Kurdî û Erebî stran gotiye.

___

cîgirê serokê konfederasyona Rewanda Kurdistanî di semînerekê de beşdar bû 

KDC

Peyamek ji Navenda Revenda Kurd li derve

KDC

Ev partiya Reformê bi bidestxistina zêdetirê 1400 kursiyan, dawî li serdestiya partiyên kevnar anî

Karzan