KDC

Baslkên Aştiyê Ala Kurdistanê …!!

Ji têrîja raperînê
Herkîn cûbarên Xwînê
Pesara çiyayî şêrînê
Vejiya sorgul jînê
Simbola tekoşînê

Şanaze rûmeta jînê
Elende Ala hebûnê
Nîşana pêşveçûnê
Peyama serkeftnê
Sirûda serxwebûnê

Bi saya Qazî û Barzan
Neviyên Rostim ê Zal
Bilinde Ala Kurdistan
Nîşana Xak û niştîman
Di nav alayên cîhan

Ne Faris û ne Çerkes
Qed nikarîn bidin ser
Ey Ala û Ceng û Çeber
Ax û Welat û netew
Li te pîroz be Xwîna gel

Serî rake Pakrewan
Qazî û Barzan û Rêbaz
Berze Ala serbaz û Baz
Di nav sengerên berxwedan
Em diden soz û peyman

Çiqas rabin şoreş û Ferman
Biparêzin rebaz û Al
Em ê gûrî tekin ruh û can
Li ser rêbaza Barzan
Yan Kurdistan yan neman

EMEL HESEN……. .16 – 12 – 2021

___

Komeleyekî Kurdî ya ser bi Federasyona Holanda festîvalekî taybet saz kir

nusar1

Hevpeymana Krîstiyana Almanyayê bernameya xwe ya hilbijartinan pêşkêş kir

KDC

konfederasyon û navenda rewanda kurdistanî kongireya sêyema komeleya niştimanî saz da

KDC