KDC

Hevpeymana Navdewletî Vekişîna Hemû Hêzên Çekdar Ji Iraqê Ragihand

Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞê ya bi pêşengiya DYA ragihand ku ji destpêka meha Çileyê û vir ve hemû hêzên xwe yên çekdar ji Iraqê vekişandine.

Vekişandin ji ber pêşkeftinên ku Hêzên Asayîşê, Pêşmergeyên Kurdistanê û Hêzên Iraqî ji bo jinavbirina Rêxistina Terorîst a Îslamî DAIŞê pêk anîne. Beşa mayî ya hêzan dê tenê erkên şêwirmendî û fêrkariyê bikin ji Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê û Hêzên Iraqê re ji bo têkbirina tevahiya bermahiyên çekdarên DAIŞê ku niha li devera ewlekariya Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê di tunelan de dijîn.

Hêjayî gotinê ye ku di sala 2014an de dema DAIŞ li Iraq û Sûriyeyê derket holê, hêzên Hevpeyman yên bi serkêşiya DYA alîkariya lojîstîk, îstîxbarat, perwerde û bikaranîna hêzên hewayî ji bo Pêşmerge û Hêzên Iraqê kirin.
Di dawiya sala 2017an de tevahiya herêmê ji terorîstan hate paqijkirin. Hêza Pêşmerge hêzeke bi bandor bû ji bo tunekirina DAIŞê û rizgarkirina wê herêmê ku ji sêyan yekê xaka Iraqê dagir kiribû.

___

Test website Navenda Revenda Kurd

kurdish dc

Nûnerê Navenda Rewanda Kurdistanî serdana Jûra Rewanda Kurdî li Wezareta Navxweyî kir

KDC

Nêzî 11 hezar malbat li bendê ne ku endamên malbatên wan bigihên Elmanyayê û ji nû ve bibin yek.

KDC