KDC

Xula Heştemîna Gotûbêjên Li Ser Peymana Nukleerî Ya Îranê

Xula heştemîn a danûstandinên li ser peymana nukleerî ya Îranê ku dest pê dikiye, Îran dixwaze Washington careke din venekişe û cezayên li ser Tehranê hilweşîne.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê ragihand ku rojev mijareke misogerkirin û îsbatkirinê ye ku cezayên Amerîkayê bêne rakirin. Tişta herî girîng ji bo Îranê ew e ku bigihêje astekê da ku bikaribin îsbat bikin, petrola Îranê bêyî tu sînoran bi hêsanî tê firotin û petrol di pereyên biyanî de ji hesabê banka Îranê re tê veguhestin û dikare ji hemû vegerandinên aborî di sektorên cuda de sûd werbigire.

Hate destnîşan kirin ku beşdarên danûstaninên Viyennayê li hev kirin ku têbinî û xalên nû werin zêdekirin û bi serokatiya şandeya danûstandinan bi serokatiya Elî Baqirî xalên di dewreyê de hatin nirxandin û di nîsan û hezîranê de nîqaş li ser wan hatin kirin û got ku gihîştine documenteke hevbeş derbarê mijarên nukleerî û cezayên li ser wan. Îro dê danûstandinên destpêkê yên li ser documenta hevbeş dest pê bikin.

___

Li Belçîkayê Erîşên Nijadperetan li Ser Kurdan Nayê qebûlkirin

KDC

Daxuyanî bi helkefta Salvegera Yanzdehemîn ya Qirkirina kurdên Êzîdî li Şingalê.

Harmn

Nêrîna Rizgar Şêx Elî Li Ser Kongreya Konfederasyona Revenda Kurdistanî

KDC