KDC

Çalakvanekî Kirmaşanî Hatiye Desteserkirin

Li gorî nûçeya Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, helbestvan û çalakvanê ji Seraw Qenber a Kirmaşanê Kamran Takûk piştî ku ji bo saziya îstîxbaratê ya artêşa Kirmaşanê hate gazîkirin, îro hatiye desteserkirin.

Li gorî çavkaniyekî nêzikî malbata Takuk, piştî ku Kamran Takuk desteserkirine ew birine Girtîgeha Îstixbarata Artêşê û ji malbata wî re hatiye gotin ku wê çend rojan lêpirsîn li ser wî bê kirin.

Wî çavkaniyî ji malbata çalakvanî re jî re gotiye ku, ew ji ber çalakiyên xwe yên li Instagramê û ji ber têkiliya bi dezgehên ragihandinê yên biyanî re hatiye girtin.

Hêjayî gotinê ye ku roja sêşemê hêzên îtlaatê yên artêşê bi ser mala Kamran Takuk de girtin lê ew ne li malê bû û ji ber vê yekê ji malbatê re gotin ku divê roja çarşemê xwe, telefonên xwe û alavên din ên taybet bîne dezgehên îstixbaratê.

___

Navenda Rewanda Kurdistanî-Kanada li ber parlamentoya wî welatî kom bûn

KDC

Daxuyaniyek Ji wezareta perwerdê ji bo kurdên sirgûnkirî  

KDC

BT making progress on turnaround plan with earnings rise Copy

kurdish dc
KDC

FREE
VIEW