KDC

Jineke Aktîvîst a Kurd Ji Aliyê Îtlaatê Ve Hatiye Girtin

Yek ji çalakvan û mamosteyên sivîl ên Kurd li Dîwandereyê ji aliyê hêzên Îtlaata Îranê ve hatiye girtin.

Li gor Navenda Mafên Mirovan bo Rojhilata Kurdistanê, îro roja duşemê di 16.08.2021an de Hêzên Rêvebiriya Îtlaata Dîwandereyê çalakvanê sivîl û yek ji mamosteyên zimanê Kurdî, Çiro Ehmedî li mala bavê wê girtin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Bi gotina şahidekî, di desteserkirina Çiro Ehmedî de herî kêm şeş kesên ji Hêzên Îtlaatê bi ser mala wan de girtine û li malê geriyane û dest danîne ser telefon û pirtûk û amûrên wê yên din.

Hêjayî gotinê ye ku heta niha sedema girtina Çiro Ehmedî ji aliyê Hêzên Îtlaatê ve nehatine eşkerekirin.

___

Cezaya Girtîgehê Li Hunermend Hozan Canê Hatiye Birîn

KDC

Yekî Bi Çek Polîsekî Fransayê Birîndar Kiriye

KDC

Daxuyaniya Konfederasyona Revenda Kurdîstanî jibo bîranîna serhildana 12 ê adarê ya 2004’an li Qamişlo 

KDC
KDC

FREE
VIEW