KDC

Pêla Çaremîn A Coronayê Tê Ye

Wezareta Tendirûstiyê ya Iraqê ragihand ku kêmbûna kevana pêla corona ya sêyem di demeke nêzîk de hişyariya nîşanên pêla çarem dide û di heman demê de teqezî li ser wê yekê dike ku di nava sê mehan de gelek derzî wê bên.

Wezareta Tendirûstiyê ya Iraqê diyar kir ku rêjeya mirina ji ber Coronayê kêm bûye, pêla sêyem a vîrûsa Coronayê paşve diçe lê li gorî nîşanên zanistî ji ber bilindbûna asta enfeksiyonê li cîhanê û derketina cûreyeke nû ya vîrusê derketina pêla çaremîn di demeke nêzik de ye.

Her wiha destnîşan kirin ku tenê rêya rêgirtina li pêşiya pêla çaremîn û kêmkirina karîgeriya wê aşlekirina piraniya mirovan e, ji ber ku delîl û tecrubeyên zanistî diyar dikin ku rêjeya radestkirina nexweşxaneyan û dozên mirinê li Brîtanya û welatên din ji ber hejmara zêde ya birîndaran kêm bûye û nexweşî bi dawî dibe.

Li gorî ragihandina Wezaretê dê di sê mehan de gelek derziyên dijî Coronayê bigihên dezgehên Tenduristiyê û da ku ew bikaribin pirraniya xelkê derzî bikin.

___

Almanya: Rewanda Kurdistanê li bajarê Axnê beşdarî merasima Newrozê bûn

KDC

DAIŞê Rêvebirê Pasaporta Ezemiyê Û 3 Hevalên Wî Kuştine

KDC

Hevpeymana Krîstiyana Almanyayê bernameya xwe ya hilbijartinan pêşkêş kir

KDC
KDC

FREE
VIEW