KDC

Sala Çûyî Li Îranê 48 Welatiyên Kurd Hatine Darvekirin

Sala borî herî kêm 48 Kurd li girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û bajarên din ên Îranê hatine darvekirin.

Li gorî îstatîstîkên Navenda Mafên Mirovan Hengawê, di sala 2021an de li bajarên Îlam, Loristan, Kirmaşan, Sine û Ûrmiyeyê herî kêm 48 welatiyên Kurd cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn û ji wan 47 kes hatine diyarkirin ku di nava wan de girtiyekî siyasî û yekî ciwan jî hebûye.

Girtiyê siyasî yê ji Kamyaranê Heyder Qurbanî bi biryara mehkemeyeke neheq û ne zelal hate darvekirin û her wiha vîdeoyeke wî ji girtîgeha navendî ya Sineyê hatibû belavkirin.

Her çend rêxistinên navneteweyî gelek caran bang li Hikûmeta Îranê kiribûn ji bo cezaya darvekirina Heyder Qurbanî rawestînin lê darvekirina Heyder bi fermanên rasterast û di bin çavdêriya serokê saziya dadweriyê ya Sineyê Seîd Husên Husênî û dozger Mihemed Cebarî hate cibicîkirin.

Di sala 2021an de jî ciwanê bi navê Secad Sencerî yê Kirmaşanî ku di 15 saliya xwe de hatibû girtin, piştî ku 10 salan di zindanê de ma, bi dizî û bêyî agahiya malbatê, li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê hate darvekirin.

___

Norwêc: Navenda Rewanda Kurdistanê serdana komîteya herêma Partiya Demokrata Kurdistanê kir

KDC

Nêrîna Karwan Zêbarî Li Ser Kongreya Konfederasyona Revenda Kurdistanî

KDC

Hinek rêyên ji bo başkirina tendirustiya zarokan

KDC
KDC

FREE
VIEW