KDC

Dezgeheke Fransî pirtûka nivîskarekî Kurd li ser “Îslama Siyasî” çap û belav dike

 

Saziyeke Fransî pirtûkeke nû ya nivîskarekî Kurd bi navê “Serhildana Îslama Siyasî li Kurdistana Iraqê (1980-2019)” çap û belav dike û nivîskarê wê jî dibêje ku pişta xwe spartiye bernameyên siyasî, belgeyên fermî û biryarên partiyên îslamî, hevdem piştre wê bo zimanê Kurdî û Îngilîzî jî were wergerandin.

Îro înî 24.07.2026an, Dr. Baban Elyasî endamê yedek ê Komîteya Rêveber a Konfederasyona Revenda Kurdistanî û nivîskarê pirtûkê, ji malpera fermî ya KDC re ragihand ku pirtûka wî di destpêka meha Îlona 2026an de ji aliyê weşanxaneya L’Harmattan a Fransayê ve bi zimanê Fransî tê çapkirin û dikeve ber destê xwendevanan.

Nivîskar di rêya şîrovekirina dîrokî, civaknasî û siyasî re, li sedemên avabûn û geşedana tevgerên îslamî, peywendiyên wan bi hêzên siyasî yên Kurdî re û bandorên wan li ser rewşa siyasî ya navçeyê kolaye.

Dr. Baban ew yek jî anî ziman ku pirtûka wî li ser bingeha belge û çavkaniyên zanistî hatiye avakirin û pişta xwe spartiye bernameyên siyasî, belgeyên fermî û biryarên partiyên îslamî, herwiha pişta xwe spartiye hevpeyvînên meydanî digel dehan kesayetiyan ji rêberên partiyên îslamî, pisporên warê îslama siyasî, endamên asayî yên wan partiyan, çalakvanên civaka sivîl û hejmareke belge û arşîvên fermî.

Wekî ku bi xwe bal kişandiye li ser, pirtûka wî ne tenê sînorê Herêma Kurdistanê derbas nake, belku beşdariyeke akademîk e ji bo têgihîştina peywendiya di navbera ol, desthilat û civakê de li Rojhilata Navîn a hevçerx li xwe girtiye.

Dr. Baban bal kişandiye li ser wê yekê ku piştî belavkirina bi zimanê Fransî, hewl dide pirtûkê bi herdu zimanên Kurdî û Îngilîzî jî belav bike. “Çapa Kurdî ji bo xwendevanê Kurd û pirtûkxaneyên Kurdistanê girîng e, çapa Îngilîzî jî ji bo ku xwendevan û lêkolerên ne-Kurd bikaribin bi awayekî kûrtir ji helwêst û aloziyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, bi taybetî pirsa îslama siyasî û awayê muameleya partiyên sekuler li gel vê diyardeyê, tê bigihîjin.”

Screenshot

___

Li Elmanya û Swîsreyê bahoz bu

KDC

Cezaya Girtîgehê Li Jineke Kurd Hatiye Birîn

KDC

Russian Hackers Have Invaded Hundreds of US Utilities: Report

kurdish dc