KDC

DAXUYANIYA KONFEDERASYONA REVENDA KURDISTANÎ LI SER CEZAYÊN BI DERVEKIRINÊ LI ÎRAN

Konfederasyona Revenda Kurdistanî li ser cezayê darvekirinê ku ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve li ser jina Kurd hatiye birîn, daxuyaniyek da.
Deqqa daxuyaniyê;
Komara Îslamî ya Îranê hemû yasa û mafên mirovî û pîvanên navnetewî careke din binpê dike û hukmê îdamê li ser girtiya siyasî yê Kurd wekî çalakvana jinan û lêkolîner Nesîm Gulamî Simyarî, çalakvana mafê jinan Varişa Moradî cezayê darvekirinê li du girtiyên siyasî yên Kurd da.
.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî, vê biryara nerewa şermezar dike û daxwaz ji Netewên Yekgirtî, Rêxistina Amnestî Înternasiyonal û Parlementoya Ewropayê dike ku fişarê li rayedarên Îranê bikin da ku bi giştî siyaseta terorîzmê û bidarvekirina girtiyên siyasî yên gelê Îranê û bi taybet jî neteweya Kurd ragirin.
Emê hemû derfet û şiyana xwe ji bo nasandina vê siyaseta Komara Îslamî ya Îranê bi cîhanê bikar bînin.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî
26´ê Tîrmehê 2024

___

Bi amadebûna Şifa Barzanî Konferansa Federasyona Ziman birêve diçe

Xelan

Europe markets mixed on earnings; Carrefour shares soar 8%

kurdish dc

Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya seredana Komela Kulturê Kurdî li Bajarê Solingen kir.

Harmn