Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Kurdistaniyên dilsoz û niştimanperwerên li diyaspora û li seranserê cîhanê..
Di salvegera referandûma dîrokî û bi rûmet a serxwebûna Kurdistanê de, pîrozbahiyeke germ li tevahiya gelê Kurdistanê, bi taybetî li revenda dilsoz a Kurdistanê li seranserê cîhanê dikin, ew rolên dilsoz ku herdem piştevanekî bi hêz ê welatê xwe bûne li diyasporayê.
Ji bo me li revenda Kurdistanê, ev bîranîn hestkirina wê peyama tijî hîkmet a Serok Barzanî ye ku dibêje: Welat nexşeyek nîne li ser kaxizê be, belku xwîn e û di demaran de digere.
Em jî tekez dikin ku sînorên destkird û dûrahiya coxrafî tu carî nikarin welat ji ruh û giyanê zarokên revendê veqetînin, Kurdistan di damar û hestê her Kurdekî dilsoz ê diyasporayê de lêdide.
Di vê roja pîroz de, serê rêz û hurmetê ji bo giyanê pak ê hemû şehîdên tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê û Enfalkiriyan ditewînin, sozê nû dikin ku revenda Kurdistanê, herdem wek keleheke bihêz a berevanîkirina ji destkeftên niştimanî û parêzerê wê îradeya pola ya referandûmê dimîne.
Konfederasyona Revenda Kurdistanê
24ê Îlona 2026

