KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Sersaxî Ji Malbata Omer Axayê Salarî Re Xwest

Ji ber wefata Omer Axayê Salarî Konfederasyona Revenda Kurdistanî sersaxî ji malbata wî re xwest û bal kişand ser alîkariya wî ya ji bo Şoreşa Mezin a Îlonê û şoreşên Kurdistanê.

Peyam:

Bi munasebeta wefata Omer Axayê Salarî yê welatparêz em sersaxiyê ji malbata wî re dixwazin. Omer Axayê Salarî ne tenê milkê malbata xwe bû, di heman demê de milkê welat bû ku ji bo gelê me bi salan têkoşiya.

Ew kesayetekî welatparêz ê ji bajarê Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê û serokeşîrê Mirawdeliyan ya li herêma Pişder a Başûrê Kurdistanê bû. Omer Axa alîkariya hemû şoreşên Kurdistanê kir, bi taybetî jî ya Şoreşa Mezin a Îlonê. Nemir Mele Mistefa Barzanî, di navbera salên 1963 û 1967an de du caran li devera Alan a Serdeştê bûbû mêvanê wî.

Em daxwazê ji Xwedayê mezin dikin ku wî bi bihuştê şad bike û sebrê bide malbata wî.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî

___

Navenda Revenda Kurdistanî IRFAN YILDIRIM li kolnê bi bîranî 

KDC

Komeleyekî Kurdî ya ser bi Federasyona Holanda festîvalekî taybet saz kir

Harmn

Li Yewnanistanê Cesedê Zarokekî Sê Salî Hatiye Dîtin

KDC