KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanê 128emîn salvegera Rojnamegerîya Kurdî pîroz dike

 

Bi boneya 22yê Nîsanê, salvegera 128emîn a derketina yekemîn rojnameya Kurdî bi navê Kurdistan û Roja Rojnamegerîya Kurdî, em germtirîn pîrozbahîyan pêşkêşî hemû rojnamevan, nivîskar û ragihandinkarên Kurdistanê û Revenda Kurdistanê li seranserê cîhanê dikin.

Derketina yekemîn rojnameya Kurdî di sala 1898an de, li bajarê Qahîre ya paytexta Misrê ji alîyê Miqdad Mîdhet Bedirxan ve, peyameke mezin û bi wate ye ji bo me Diyasporaya Kurdistanê. Ev bûyera dîrokî rastîya wê yekê nîşan dide ku Kurdên derveyî welat li kîjan deverê cîhanê bin dikarin pêşeng bin û roleke mezin û bi bandor di parastina ziman, çand, nasname û xizmetkirina doza rewa ya neteweya xwe de bilîzin.

Em li Konfederasyona Revenda Kurdistanê, vê bîranîna bi rûmet bilind dinirxînin, ku pênûsên dilsoz û rojnamevanên Kurd li navxwe û derveyî welat berdewam in li ser gihandina dengê zelal ê gelê me ji civaka navneteweyî re û parastina mafên me yên neteweyî û nîştimanî. Dîrok şahidîya wê yekê dike ku rojnamegerîya Kurdî di qonaxên zehmet de gelek qurbanî dane û herdem sengerê pêşîn ê parastina rastî, azadî û hişyarîya neteweyî bûye.

Di vê boneyê de, ligel dubarekirina piştgirîya tevahiya konfederasyona me ji bo azadîya ramanê û karê rojnamegerîya pîşeyî ya serdemî, em silav û rêzên xwe pêşkêşî giyanê pak ê hemû rojnamevanên ku bi navê gihandina rastîyê û xizmetkirina axa Kurdistanê de canê xwe gorî kirine.

Pîroz be bîranîna Rojnamegerîya Kurdî, herdem serkeftî bin û pênûsên we di xizmeta pêşketin û yekîtîya gel û welat de bin.

Konfederasyona Revenda Kurdistanê
22ê Nîsana 2026

___

Berî 96 salan Şêx Seîd Efendî û 46 hevalên wî li Diyarbekirê hatin şehîdkirin

KDC

Li Hmaburgê 12mîn festîvala filimê Kurdî bidawî hat

KDC

Hevwelatiyekî Ji Bajarê Dîwandereyê Hatiye Desteserkirin

KDC