KDC

Li Zanîngeha Brukselê semînerek ji bo ciwanên Kurd ên li Ewropayê hate lidarxistin

Federasyona Ciwanên Revenda Kurdistanê û Rêxistina Xwendekarên Kurd li Belçîkayê, semînereke hevbeş li Zanîngeha Brukselê ji bo ciwan û xwendekarên Kurd li dar xistin, çalakî taybet bû bi guftûgokirina li ser rewşa ciwanan li diyasporayê, pêvajoya têkilbûna di nav civaka rojavayî de û parastina nasnameya neteweyî.

Di dema semînerê de, Şifa Barzanî, Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanê, tekezî li ser pêwîstiya pirçekbûna ciwanan bi zanist û jêhatîbûnê kir da ku bibin nûnerên rastîn ên doza Kurd li navendên biryardêr ên Ewropayê de. Şifa Barzanî amaje bi wê yekê kir ku çaksazî û guhertin ji mirov bi xwe û navendên xwendinê ve dest pê dike, lewma destxweşî li wan ciwanan kir ku di sîstemên siyasî û îdarî yên derveyî welat de gihîştine pileyên bilind.

Ji aliyekî din ve, Eşît Mehmûd Şêxo, endamê tîma rêveberiya Komeleya Xwendekarên Kurd, behsa girîngiya rexsandina jîngehek ji bo alûgora ezmûnan di navbera ciwanan de kir.

Herwiha Yad Emîn, Serokê Federasyona Ciwanan, bal kişande li ser pêvajoya têkilbûna di nav civaka rojavayî de û ragihand ku armanca wan dîtina cihekî hêjayî ye ji bo Kurdan bi awayekî ku hevsengiyê di navbera parastina nasnameya neteweyî û rêzgirtina li welatên din re biparêzin.

Her di wê çarçoveyê de, Emîna û Darîn Yûnis Omer, damezrînerên Rêxistina Xwendekarên Kurd li Belçîkayê, tekezî li ser girîngiya zimanê Kurdî û pêgeha akademîk a xwendekaran li Zanîngeha Brukselê kirin, wan amaje bi wê yekê kir ku divê ev şiyan ji bo nasandina pirsgirêkên Kurdî û gihandina dengê ciwanan bo Parlemana Ewropayê û saziyên navneteweyî werin bikaranîn.

Çalakiya ku bi çendîn beşên hunerî û muzîka resen a Kurdî hatibû xemilandin, tê de amaje bi wê yekê hate kirin ku ev civîn destpêkek e ji bo rêkxistina şiyanên ciwanan di çarçoveya federasyoneke xurt de, da ku weke hêzeke yekgirtî xizmeta doza rewa ya gelê xwe bikin.

Ev semînera hevbeş di demekê de tê lidarxistin ku Revenda Kurdistanê di hewleke berdewam de ye ji bo avakirina lobiyeke neteweyî û zanistî li Ewropayê, komkirina ciwanan li navendên zanistî yên wek Zanîngeha Brukselê, nîşaneya guhertineke stratejîk a rêxistinên Kurdî ye ber bi xebata akademîk û pîşeyî ve, ku armanca wê ya sereke girêdana nifşê nû bi kok û rîşeyên neteweyî ve û perwerdekirina wan weke welatiyên serkeftî li welatên rojavayî ye.

___

Brîtanyayê 14 Sal Cezaya Zîndanê Daye Endamên Hamasê

KDC

Pasdarên Îranê Telefonên Kurdan Kontrol Dikine

KDC

Serxweşî ji bo Qurbaniyên li ser riya Nisêbîn-Mêrdîn

KDC