Baran Dicle / Lozan
8emîn salvegera Referandûma Serbixwe ya Kurdistanê di roja 28ê Îlonê 2025’an de li bajaroka Renens ya li Lozanê, Swîsre, bi rêveberiya Komkar Lozan endamê Konfederasyona Revenda Kurdistanî hat pîrozkirin. Di heman demê de, li gelek welatên Ewrûpayê jî pîrozkirina referandûmê li herêmên taybet ên rêvebirî hate lidarxistin.
Ev bûyerek bi hêviyê ya hevpeyvîn û civakê hate saz kirin û bi banga Komkar Lozan andamê Konfederasyona Revenda Kurdistanî, bi alîkariyê ya PSK û PDK Iraqê, hate rêvebirin.
Di çarçoveyê pîrozkirina vê rojê de, konferansek bi tema referandûm û tesîra wê li ser gelê kurd hate birêvebirin. Konferansê de Bavê Bengîn serokê Komkar Lozan bû moderatorê wê, bi beşdariya Sarbast Zeinal (Nûnerê PDK Iraqê li Swîsre), Dr. Baban Eliasi (ji aliyê PDK Îranê), Kamil Ermiş (ji aliyê PSK Swîsre), nivîskar û rojnivîsê kurd Mohamad Rahimi û Sayran Karem (Endamê Rêveberiya Giştî ya Konfederasyonê) hate lidarxistin.
Konferans bi xwendina Ey Reqîb – Himna Neteweyî ya Kurdistanê dest pê kir. Piştî marşê, ji bo bîr anînê şehîdên Tekoşîna Neteweyî ya Kurdistanê deqikeyek bîrhatinê hate rawestandîn.
Di gotarên konferansê de, mînake Kurdistanê ya dîrokî û cografî hate ragihandin, rêya ku çawa bi referandûmê hatin û tesîra ku ev referandûm li ser rûmeta gelê kurd girt, hate şirove kirin. Konferans dema 2 saetan berdewam kir û paşê gotarên sereke, beşdarîyên jî şîrove, pirs û ramanên xwe ragihandin.
Piştî konferansê, slaytek ji axaftinên Serok Mesûd Barzanî di kampanyayên referandûmê de hate nîşandan.
Dema dawî de, bi Apero – xwarinên kurdî – pîrozkirina Referandûma Serbixwe ya Kurdistanê hate berdom kirin.
Pîrozbahi, bi beşdariya Aydoğan Înal (Endamê Rêveberiya Giştî ya Konfederasyonê) û Nejat Zanyar (Serokê Enstîtûya Kurdî ya Lausanne) di hawîn û şênahiyek de qediya.

