Hejmara dersînorkirina penaberan li Almanyayê, di nîvê yekem ê sala 2026an de li gorî heman heyama sala borî kêmbûnek bi xwe ve dîtiye, her çende hîn jî ji asta salên beriya 2025an bilindtir e.
Li gorî daneyên Wezareta Navxwe ya Federal a Almanyayê, di navbera destpêka meha Çile heta dawiya meha Hezîrana 2026an de, bi giştî 9 hezar û 663 penaber ji Almanyayê hatine dersînorkirin. Ev agahî di bersiva wezaretê de ji bo pirseke parlamenterê partiya rastgir “Alternatîf ji bo Almanyayê” (AfD) Leif-Erik Holm hat weşandin û gihîşt ajansa nûçeyan a Almanî DPA.
Di heman heyama sala 2025an de, hejmara kesên hatine dersînorkirin zêdetirî 11 hezar û 800 penaber bû, ku di nîvê yekem ê îsal de kêmbûneke berbiçav pêk hatiye. Lêbelê li gorî nîvê yekem ê sala 2024an, ku nêzîkî 9 hezar û 500 penaber hatibûn dersînorkirin, hejmarên sala 2026an hîn hinekî bilindtir in.
Di salên borî de dersînorkirina penaberan li Almanyayê bi awayekî berdewam zêde bûye. Di sala 2025an de nêzîkî 22 hezar û 800 penaber, di sala 2024an de zêdetirî 20 hezar penaber, di sala 2023an de nêzîkî 16 hezar û 400 penaber û di sala 2022an de nêzîkî 13 hezar penaber bo welatên xwe hatine dersînorkirin.
Her di nava nîvê yekem ê îsal de, 9 hezar û 276 penaberan bi awayekî bi dilê xwe (bi daxwaza xwe) Almanya bi cîh hiştine û vegeriyane warên xwe. Di berdêlê de jî di çarçoveya bernameya hevbeş a Reag/Garp de, ku ji aliyê hikûmeta federal û hikûmetên herêmî ve tê piştgirîkirin, alîkarî wergirtine.

