KDC

Zêdetirê 6900 koçber hatin veguhastin

Yekîtiya Ewropayê di pengaveke nû de ji bo bihêzkirina bingehên hevkarî û hevxemiya di navbera welatên endam de, serkeftina projeyeke mirovî ya mezin ragihand ku tê de zêdetirî 6900 koçber û penaxwaz bi şêweyekî xwebexşane ji welatên Derya Spî ve bo welatên din ên Ewropayê hatine veguhastin, ev destpêşxerî bi rêya mekanîzmaya hevxemiya xwebexşane û bi piştevaniya darayî ya Yekîtiya Ewropayê û bi çavdêriya Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê hat encamdan, bi armanca kêmkirina wê zexta zêde ya ku li ser welatên ser sînor çêbûye.

Ev projeya niştimanî û navneteweyî ku ji aliyê Fona Penaberî û Koçberiyê ya Yekîtiya Ewropayê ve budçe jê re hatiye dabînkirin, bi hevkariya nêzîk a Ajansa Yekîtiya Ewropayê ya Karûbarên Penaberiyê ve hat birêvebirin, projeyê alîkariya veguhastina mirovî û hişmendane ya wan kesan kir ku daxwaza penaberiyê pêşkêş kiribûn an jî mafê parastina navneteweyî hatibû dayînê, bi awayekî ku ji welatên Qibris, Yewnanistan, Îtalya, Malta û Îspanyayê ve bo 13 welatên beşdar li seranserê Ewropayê hatin veguhastin.

Serokê şandeya Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê li Yewnanistanê, Sanya Celebic Lokovac, ku birêvebirina vê projeyê li stûyê wê bûye, ragihand, ev encama dîrokî nîşan dide çawa hevahengiyeke xurt di navbera desthilatên niştimanî, saziyên Ewropî û hevbeşên navneteweyî de dikare bandoreke mezin çê bike.

Navbihurî bal kişand bi wê yekê jî, bi hev re karîne piştevaniya hezaran kesan bikin da ku bi awayekî aram û bi rûmet rêwîtiyê bikin, di heman demê de beşdar bûn di pêşkêşkirina şêwazekî hevsengtir û mirovîtir bo hevxemiyê li seranserê Ewropayê de.

Ji dema destpêkirina vê mekanîzmayê ve, Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê zêdetirî 230 geştên veguhastinê bo 13 welatên cuda yên Ewropî rêxistine.

Li gorî wan helsengandinên ku piştî geştan hatine kirin, zêdetirê %90ê beşdaran razîbûn û kêfxweşiya xwe li hember wê alîkarî û piştevaniya ku ji destpêka pêvajoyê ve heta dema gihîştina wan pêşkêşî wan hatiye kirin, derbirîne, ev yek jî serkeftina aliyê rêkxistina vê pêvajoya dijwar diselmîne.

Li kêleka aliyê lojîstîkî, Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê giringiyeke zêde daye aliyê mirovî û tenduristiya koçberan, bi awayekî ku zêdetirî 6000 pişkinînên bijîşkî hatine kirin ji bo piştrastbûna ji şiyana geştkirina beşdaran, herwiha xûlên rênimayî û amadekariya berî geştê ji bo nêzîkî 5000 kesên temenê wan li ser 15 salî hatiye rêkxistin da ku bi hêsanî xwe bi jiyana xwe ya dahatûyê ya li welatê nû ve biguncînin, li gel wê jî, zêdetirî 275 kesên bê hêz û xwedî pêdiviyên taybet û rewşa parastina taybet hatine nasîn û bo navendên hikûmî yên pispor hatine şandin ji bo wergirtina çavdêriya temam.

Ji aliyekî din ve, Gianluca Rocco, rêveberê nivîsîngeha Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê bo Herêma Aborî ya Ewropayê li Brukselê, bal kişand li ser wê yekê, cîbicîkirina vê mekanîzmayê komek ders û ezmûnên bi nirx fêr kirine ku dikare di danîna sîyaset û yasayên dahatûyê de sûd jê bê wergirtin, bi taybet di çarçoveya Peymana Nû ya Koç û Penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê de.

Mekanîzmaya hevxemiya xwebexşane di çarçoveya hewlên pir alî yên Yekîtiya Ewropayê de bo rûbirûbûna qeyrana koçê û dabeşkirina berpirsiyariyê di navbera welatan de hatiye damezrandin, berê welatên ser xeta pêş a Derya Spî bi tenê rûbirûyê zexta lehiya koçberan dibûn, lê ev mekanîzma bi piştevaniya Komîsyona Ewropayê û bi hevahengiya çalak a di navbera Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê û Ajansa Yekîtiya Ewropayê ya Karûbarên Penaberiyê de, karî peywendiyeke mirovî û hevbeş di navbera welatên Ewropayê de çê bike, ev proje niha wek modelekî serkeftî tê dîtin ku tê de berjewendiyên dewletan û parastina kerameta mirovî ya koçberan bi hev re hevseng hatine kirin û rê xweş dike bo sîyaseteke mirovîtir û rêkûpêktir di dahatûyê de.

___

Li Swêdê Semînerek Li Ser Kîmyabarana Helebceyê Hate Lidarxistin 

KDC

Test website Navenda Revenda Kurd

kurdish dc

Hevpeymaniya dijî DAIŞê: Em Berdewamin jibo piştgîriya HSDê

KDC