KDC

Şefa Barzanî pîrozbahiyê li Jiyan Omer kir

Şefa Barzanî, Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî Jiyan Omer, berbijêrê serkeftî bo parlamentoya herêma Berlînê kir û serkeftin û gihîştina wî ya wê parlamentoyê wekî pengaveke pîroz, girîng û cihê şanaziyê bo tevahiya gelê Kurd wesif kir.

Di peyama rêzdar Şefa Barzanî, Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî de hatiye, ev serkeftin berî her tiştî cihê dilxweşiya Serok Barzanî û hemû gelê Kurdistanê ye, hevdem wek serkeftina hemû neteweya Kurd û bi taybetî revenda Kurdistanî ya li derveyî welat tê dîtin.

Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî digel hêviya serkeftinê bo Jiyan Omer di erkê wî yê nû de ji bo pêşkêşkirina xizmeteke baş û dilsozane, amaje bi wê yekê kiriye ku amadebûna wî li parlamentoya Berlînê wek nûnerê gelê Kurd, derfetek e bo nîşandana wêneyekî hevçerx û demokratîk ê gelê Kurd bi gelên din, ew jî berpirsiyariyeke dîrokî ya mezin û hevdem cihê serbilindiyê ye.

Di peyamê de tekez li ser wê yekê hatiye kirin ku diyaspora Kurdistanî di her demê de deriyê xwe vekiriye û wek hêzeke piştevan û hevkar li cem Jiyan Omer dimîne da ku di raperandina erkên xwe de serkeftîtir be.

Jiyan Omer, çalakvan û siyasetmedareke Kurd e li Almanyayê û li ser lîsta Partiya Keskan kariye baweriya dengdêran misoger bike û bigihe Encumena Nûneran a Berlînê, serkeftina wî di qada demokrasiya paytexta Almanyayê de wek yek ji destkeftên berbiçav ên nûnertiya siyasî ya Kurd li Ewropayê tê destnîşan kirin.

 

Ev e jî naveroka peyamê ye:

Rêzdar: Jyan Omar

Serkeftina we pîroz dikim.

Bi navê xwe û Revenda Kurdistanî, bi germî pîrozbahiyê li we dikin. Serkeftina we û hilbijartina we ya ji bo Abgeordnetenhaus von Berlin, gaveke gelek pîroz, girîng û cihê şanaziyê ye. Bêguman serkeftina we di serî de dilê Serok Barzanî û hemû gelê Kurdistanî dilxweş dike. Ev serkeftin, wekî serkeftina hemû gelê me û bi taybetî Kurdên li derveyî welat e.

Em hêvîdar in ku hûn di karê xwe yê nû da gelek serkeftî û serfiraz bin û bikaribin xizmetek baş, hêja û dilsozane pêşkêşî civak û şaredariya xwe bikin.

Hûn îro wekî nûnerên gelê Kurd li wê perlemantoyê beşdar dibin, lewma hûn rengê nûjen û demokratîka gelê me nîşanî gelên din dikin. Ev berpirsiyariyeke mezin û di heman demê de cihê serbilindiyê ye.

Em wekî Diyasporaya Kurdistanê, piştevan û alîkarê we ne. Deriyê me her tim ji we re vekirî ye ji bo her piştgirî û alîkariyekê da ku hûn di karê xwe de serkeftîtir bin.

Careke din pîrozbahiyê li we dikin û hêviya serkeftina berdewam ji we re dixwazin.

Di gel rêz û silavên germ,

Birayê we,
Şefa Barzanî
Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî
li Baregayê Barzanî

22.09.2021

___

Serok Barzanî.. Qibleya Wefa û Tenê Hêviya Gelekî Tîhniyê Azadiyê

Karzan

Navenda Revenda Kurdistanî Bi Komeleya Kobaniyê Re Civiya 

KDC

Hilbijartina Swêdê!

Xelan