KDC

Îtlaatê Hunermendekî Kurd Desteser Kiriye

Yek ji hunermendên ciwan ên bajarê Seqizê ku gelek kurtefîlm çêkirine û derhênerî kiriye ji aliyê Îtlaatê ve hatiye girtin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, Mîqdad Hesen Nejadî (27) yê ku bi navê Kardox tê naskirin, roja Şemiyê hatiye girtin.

Li gorî çavkaniyekî, hêzên rêveberiya Îtlaatê li cadeyeke bajarê Seqizê bêyî tu belgeyeke qanûnî û biryara dadwerî Mîqdad girtine.

Mîqdad Hesen Nejad gelek kurtefîlmên wekî “Şeqamekan Le Riwangeyekî Dîkewe, Bazine û Exit” girtiye.

Heta niha çi zanyarî li ser sedem an jî tawanên li dijî Mîqdad Hesen Nejad û her wiha cihê wî nehatine diyarkirin.

___

Miller Heiman CEO Byron Matthews: Stay Tuned for the CRM 4.0 Revolution

kurdish dc

Navenda Revenda Kurdistanî Li Japonyayê Komkujiya Helebceyê Bibîr Anî 

KDC

Komîsyona Hilbijartinên Iraqê Hejmartina 13 Bajaran Ragihandiye

KDC