KDC

Îtlaatê Hunermendekî Kurd Desteser Kiriye

Yek ji hunermendên ciwan ên bajarê Seqizê ku gelek kurtefîlm çêkirine û derhênerî kiriye ji aliyê Îtlaatê ve hatiye girtin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, Mîqdad Hesen Nejadî (27) yê ku bi navê Kardox tê naskirin, roja Şemiyê hatiye girtin.

Li gorî çavkaniyekî, hêzên rêveberiya Îtlaatê li cadeyeke bajarê Seqizê bêyî tu belgeyeke qanûnî û biryara dadwerî Mîqdad girtine.

Mîqdad Hesen Nejad gelek kurtefîlmên wekî “Şeqamekan Le Riwangeyekî Dîkewe, Bazine û Exit” girtiye.

Heta niha çi zanyarî li ser sedem an jî tawanên li dijî Mîqdad Hesen Nejad û her wiha cihê wî nehatine diyarkirin.

___

Johnson pêşwazî li Nêçîrvan Barzanî kir

KDC

Yekem car li Berlînê civîna aborî û razemenî di navbera Kurdistan û Almanyayê de dest bi xebatên xwe kir

KDC

Awusturiya: Navenda Rewanda Kurdistanê-Viyêna beşdarî çalakiya protestokirina hikûmeta dagirker a Îranê bû 

KDC