KDC

Navenda Revenda Kurd Pîrozbahî Li Burhan Ehmedî Kir

Kurdek ji partiyeke Fînlandiyayê ji bo nûnertiya Hevpeymaniya Bakur û Koma Hevkariya Cîhanî, hatiye hilbijartin û Navenda Revenda Kurd li derveyî welat ew pîroz kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Partiya Sosyal Demokrat a Fînlandiyayê, Kurdê bi navê Burhan Ehmedî ji bo nûnertiya Hevpeymaniya Bakur û Koma Hevkariya Cîhanî ligel Piv Rantanen da hilbijartin.

Di nava koma xebatê de ji Fînlandiya, Swêd, Norwêc, Danîmarka û Îzlandayê nûner, wezîr, parlamenter û şaredarî jî di nav de 12 kes hene ku ji bo afirandina cîhaneke baştir a ji bo mirovahiyê û pêşketina perwerdeyê bêhtir bi hev re bixebitin.

Şanazî ye Kurdek di nav Partîya Desthilatdar a Fînlandiya de bê hilbijartin û em wek Navenda Revenda Kurd li derveyî welat bi germî pîrozbahiyê li rêzdar Burhan Ehmedî dikin û hêviya serkevtinê jê re dixwazin.

___

Navenda Revenda Kurd Wê Webinarekê Li Ser Çavkanî Û Ramana Tundrewiyê Lidar Bixe

KDC

Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya hevdîtineke li gel Komela Kurdî li Wolfsburg lidarxist

KDC

Almanya: Navenda Revenda Kurdistanî li Munîhê Hat Avakirin

Harmn