KDC

Navenda Revenda Kurd Pîrozbahî Li Burhan Ehmedî Kir

Kurdek ji partiyeke Fînlandiyayê ji bo nûnertiya Hevpeymaniya Bakur û Koma Hevkariya Cîhanî, hatiye hilbijartin û Navenda Revenda Kurd li derveyî welat ew pîroz kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Partiya Sosyal Demokrat a Fînlandiyayê, Kurdê bi navê Burhan Ehmedî ji bo nûnertiya Hevpeymaniya Bakur û Koma Hevkariya Cîhanî ligel Piv Rantanen da hilbijartin.

Di nava koma xebatê de ji Fînlandiya, Swêd, Norwêc, Danîmarka û Îzlandayê nûner, wezîr, parlamenter û şaredarî jî di nav de 12 kes hene ku ji bo afirandina cîhaneke baştir a ji bo mirovahiyê û pêşketina perwerdeyê bêhtir bi hev re bixebitin.

Şanazî ye Kurdek di nav Partîya Desthilatdar a Fînlandiya de bê hilbijartin û em wek Navenda Revenda Kurd li derveyî welat bi germî pîrozbahiyê li rêzdar Burhan Ehmedî dikin û hêviya serkevtinê jê re dixwazin.

___

Îran Welatiyekî Din Ê Kurd Desteser Kiriye

KDC

konferensa aştîyê û jîyana bi hev re ya di çarçêweyê destûra Iraqê de û çend kongireyên rojnamevanî

KDC

Navenda Rewanda Kurdistanî-Australya dê ji ber salvegera referandoma serxwebûnê peyamekê biweşîne

KDC