Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi boneya salvegera tîrêja dilovanî û hatina pêşewayê mirovahiyê, Hezretî Mihemed (Silavên Xwedê li ser bin), germtirîn û xweşiktirîn pîrozbahiyan pêşkêşî hemû Misilmanên cîhanê, bi taybetî xûşk û birayên me li Kurdistanê û tevahiya revenda Kurdistanî ya li diyasporayê dikin.
Ev bîranîna pîroz ji bo me li Konfederasyona Revenda Kurdistanî, rawestgehek e ji bo tekezkirina wan nirxên bilind ku neteweya me pê tê naskirin, nirxên pêkvejiyanê, lêborînê û qebûlkirina yê dine.
Revenda Kurdistanî li her ku dera vê cîhanê be jî, her dem hilgirê wê peyama pîroz e ku daxwaza dadperwerî û aştiyê ji bo hemû mirovahiyê dike.
Em hêvîdar in ku heybet û bereketa vê bîranînê bibe hewêna hevgirtin û yekrêziyeke zêdetir a gelê me û deriyekî nû li ber aramî û ewlehiyê veke. Ji Xwedayê mezin dixwazin ku vê boneyê bike wesîleya xêr û xweşiyê ji bo Kurdistanê û bidawîhatina êşên mirovahiyê, da ku hemû di bin siya aştî û biratiyê de bijîn.
Careke din cejna Mewlûdê li hemû aliyan pîroz be û her şad û serfiraz bin.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî
24ê Tebaxa 2026an

