KDC

Navenda Revenda Kurd Bi Komkar Û Bi Komeleya Xwebûnê Re Civiya

Navenda Revenda Kurd li ofîsa xwe ya li bajarê Düsseldrof a Elmanyayê bi Komeleya Xwebûnê û bi Komkarê re civiya. Di encamê de biryar hate dayîn ku çalakiyên xwe yên meha Adarê bi hev re bimeşînin.

Roja Şemiya borî li ser mijara xebata bi hev re, hevkariya zêdetir, organîzekirina kar û çalakiyên meha Adarê, Navenda Revenda Kurd li Dusseldrof a Almanyayê mazûbaniya nûnerên Komkarê û Komeleya Xwebûnê kir. Civîn bi beşdariya hin endamên Navenda Revenda Kurd hate lidarxistin. Mijar koordînasyon û hevkariya rêxistinan ji bo pêşerojê û ji bo birêvebirina gelek çalakiyên bi taybetî di meha Adarê de.

Mijarên erfirehkirina kar, çalakî, vekirina deriyan ji bo hemû rêxistin û komên Kurdan ên li Elmanyayê û gelek mijarên din ên rêxistinî, hevkarî û planên pêşerojê hatin nîqaşkirin.

___

Makron Wê Serdana Herêma Kurdistanê Bike

KDC

Êrîşa Talîbanê Ya Li Ser Pencşîrê Hatiye Şikandin

KDC

Serok Barzanî Pêşwaziyê Li Berpirsê Nivîsîngeha Peywendiyên Navneteweyî ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî Kir

nusar1