KDC

Makedonyaya Bakur: Bi qemyonekê nêzî 35 koçber birîndar bûn

Li Bakurê Makedonyayê hejmarek koçber birîndar bûn û yên din jî ji ber kamyoneke ku nêzî 50 koçberên ne qanûnî tê de bûn, veguhestin navenda lênihêrîna koçberan

Polîsê Makedonê diyar kir ku kamyoneke ku nêzî 50 koçberên neqanûnî tê de bûn digihîşt ser rêya bakurê Makedonyayê ku tê de xuya dike ji Yewnanîstanê hatiye û nêzî 35 koçber birîndar bûne.

Li gor daxuyaniya polîsê han 49 kes di nava tirimbîlê de bûne ku di dema pevçûn a li nêzî gundê Marvînçî ya Başûr de birîndar bûne û yek ji wan koçberan jî di nava rewşeke metirsîdar de bûye bêyî ku sedema vê bûyerê were ravekirin

Malpera nûçeyan a koçberan diyar kir ku birîndar rakirine nexweşxaneyan û yên din jî birine navenda lênêrîna koçberan û tê payîn ku wan vegerînin Yewnanîstanê

Hêjaîygotinê ye, ku ji ber belavbûna coronavirus û girtina rêkevtinên coronavirus û girtina wan hejmara koçberên neqanûnî ber bi Ewropa ve bo maweya du salan kêm bûye, belê îsal ji ber nebûna rêkevtinên girtinê û pêla germê ku welatên Ewropa dorpêç kirine, pêleka din a koçberan ji hemû alîyan ve dest pê bûye û di heman demê de hejmareka zor ji koçberan bi metirsîyan û arîşeya navbera sînorên welatan hatine kujtin .

___

Opozîsyona Sûrî 3 sivîlên Kurd li Efrînê girtin

KDC

Yekî Bi Çek Polîsekî Fransayê Birîndar Kiriye

KDC

Li Swêd: Li Qada Medborgarplatsenê Xwepêşandanek bo Rojava û Rojhilatê Kurdistan

Harmn