KDC

Platforma Kurdên Li Hamburgê Roja Zimanê Zikmakî Pîroz Kirin 

Bi minasebeta 21ê Sibatê Roja   Zimanê Zikmakî Platforma Kurdên Li Hamburgê bi peyamekê pîrozbahî li çar parçeyên Kurdistanê û li Kurdên derveyî welat kir.

Peyam:

Zimanê Kurdî, hebûn û jiyana gelê Kurd e. Zimanê Kurdî, dûrişma Kurdistanê ye. Mirovê rêzê li zimanê xwe negire û jê hez neke, nikare rêzê li miletê jî xwe bigirê û jê hez bike. Zimanê Kurdî navnîşana gelê Kurd e di nav gelên cîhanê de. Divê em hewl bidin ku zimanê me di nava gelê me de û bi taybetî jî di nava Kurdên li derveyî welêt de bibe zimanê sereke.

Pêwîst e em zimanê Kurdî biparêzin, pê biaxivin, pê binivîsin, pê bixwînin û zarokên xwe ferî zimanê Kurdî, zimanê bav û kalên xwe bikin.

Bi Kurdî biaxive.

Bi Kurdî binivîse.

Bi Kurdî bixwîne.

PLATFORMA KURDÊN LI HAMBURGÊ

___

Kurdên Brîtanyayê merasimeke taybet bo Newrozê lidar xistin

KDC

Di Hilbijartina Parlamentoya Almanyayê De Wê Hejmareke Zêde Ya Biyaniyan Xuya Bikin

KDC

Navenda Revenda Kurdistanî Li Almanya Civîna Xwe Ya Asayî Li Kolnê Li Dar Xist

KDC